Li Diyarbekirê Lûtkeya Çanda Xwarinên Mezopotamyayê tê lidarxistin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê Yekem Çanda Çanda Xwarinên Mezopotamyayê dest pê kir. Di Lutkeyê de dewlemeniya çanda xwarinên Kurdan hat nirxandin û hat amajekirin ku divê çanda xwarinê ya Kurdan bo cîhanê bêhtir bê danasîn ku ev yek dê sûdeke mezin bide Diyarbekir.

Ji aliyê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekirê ve bi beşdariya Pispor, akademîsyen û lêkolîneran Yekem Lutkeya Gastronomiya Mezopotamyayê tê li dar xistin. Lûtkeya ku 9ê Mijdarê dest pê kiriye, dê heta 11ê mijdarê bidome û dê li ser rê û rêbazên danasîna gastoronmiya mezopotamyayê nîqaş û pêşniyar werin kirin. Amadekarên lutkeyê didin zanîn ku ew dixwazin bi rêya gastronomiyê geşepêdana aboriya Diyarbekir pêk bînin.

Serokê Jûra Pîşesazî û Bazirganiya Diyarbekir Mehmet Kaya ji K24ê re got: “Em dixwazin di warê geştiyariya Diyarbekir de sudê ji gastronomiyê werbigrin ku kesên xwarinek xweş li vir bixwin wê tamê ji bîr nakin û ji derdora xwe re jî behs dikin. Gastronomî dikare bazirganiya Diyarbekir jî geş bike û bo xortan qadên nu yên kar bide vekirin.”

Di lûtkeyê de hem bal hate kêşan ku çanda xwarinê ya Mezopotamyayê dewlemend e û hem jî hat amajekirin ku di warê danasîna gastronomiya mezopotamyayê de gelek kêmasî hene û divê ev valahî were dagirtin.

Wezîrê berê yê Çandiniyê yê Tirkiyeyê Mehdî Eker dibêje: “Çanda xwarinê ya mezopotamyayê qedîm e û dewlemend e ku berpirsiyariya me ye em liv ê mîrata hêja û dewlemend xwedî derbikevin.”

Beşdaran dan zanîn ku Mezopotamya  di warê destpêka hilberînê û sewalvaniyê de bo mirovahiyê xwedî ciheke teybet e û ji ber vê yekê kurd di vî warî de xwedî dîrokek qedîm in.

Beşdara konferasê Fatma Tunç: “Kurd neteweyek ji neteweyên din Cuda Ye Û Pêşketîtir E Ku Ev Yek Xwe Di Xwarinan Wan De Nîşan Dide.”

Gerînendeyê Navenda Lêkolîn û Perwerdehiya Çandê Mehdî Sumerlî: “Divê em vê dewlemendiyê bi cîhanê baş bidin nasîn.”

Beytar Zekî Qanay: “Sewalvanî û çandinî cara yekem li vê derê dest pê kiriye, ji ber wê dewlemend e.”

Beşdarên konferansê balê dikêşin ku çanda xwarinê di heman demê de, asta şaristaniya neteweyan jî nîşan dide ku zêdebûna cureyên xwarinan û xweşbûna tamên wan nîşaneya çand û dîroka dewlemend a Kurdan e.