Weysel Wesek 20 sal in hêmanên folklora kurdî berhev dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Mafnas û lêkolînerêkî Kurd li Bakurê Kurdistanê li gundan digere û hêmanên folklora Kurdî berhev dike, dildarê çanda Kurdî balê dikêşe ku folklora Kurdî ya gencîneyek bêhempa ye divê were dîjîtalîzekirin û bo nifşên nû were pêşkêşkirin.

Folklora Kurdî ji aliyê çîrok, stran, mamik, leyîstokan ve gelek  dewlemend e ku Weysel Wesekê parêzer û lêkolîner e 20 sal in hêmanên folklora kurdî berhev dike. Weysel Wesek pêşî li gundê xwe yê bi navê Bafê ya girêdayî Hezexa Şirnexê ye dest bi vê xebatê kiriye û pêşî bi nivîskî kiriye. Di sala 2020an de jî dest bi dîjîtalîzekirina folklora kurdî kiriye û di çarçoveya projeyek yekîtiya ewropa de jî xebatên xwe didomîne û ji ser înternetê bi rêya medyaya civakî xebatên xwe parve dike.

Parêzer û lêkolîner Weysel Wesek ji K24ê re got: “Folklora Kurdî bingeha çanda kurdî ye, ji sedsala 20î pê de  êdî nifşên nû pirtûka naxwînin û berê xwe didin medyaya civakî ku me xwest em folklora kurdî dijîtalîze bikin da ku bigihîje nifşên nû jî.”

Lêkolîner didin zanîn ku folklora kurdî deryayekê ye ku hem li erdnigariyek berfireh de ye û hem jî dewlemend e ku berhevkirina wê pêwîst û girîng e ku eger giringiyek ciddî bo berhevkirina folklora kurdî newe dayîn dê gelek berhemên di bîra mirovan de xwe diparêzin dê hêdî hêdî winda bibin û negihîjin nifşên nû

Lêkolîner Akif Kaplan jî dibêje: “Gelek kesên temenê wan mezin  dema dimirin tiştên bîra wan de jî bi wan re diçin, ji ber wê  kare me girîng û pîroz e û salên pêş de dê pîroztir bibin ev kar.”

Lêkolîner balê dikêşin ku berhevkirina folklora kurdî di heman demê de gaveke bo pêşîlêgirtina kurbuna  pergala bişaftinê ye û divê her kurdek li gorî derfetên xwe insiyatifê wergirin û berhevkirinê bikin.