Şandeke bilind a Wezareta Petrolê ya Îraqê li Hewlêrê ye
Kurdistan
Wezareta Petrolê ya Îraqê
Hikûmeta Federal
Hikûmeta Herêma Kurdistanê
hinardekirina petrolê
Navenda Nûçeyan (K24) – Şandeke bilind a Wezareta Petrolê ya Îraqê bi serokatiya Wezîrê Petrolê li Hewlêrê ye û şanda wî dixwaze berbestên di rêya hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de rakin.
Wezîrê Petrolê yê Îraqê Heyan Ebdulxenî ragehand ku armanca vê serdana wan çarekirina arêşeyan e û li ser hinardekirina petrol jî cidî ne.
Ebdulxenî got jî: Hevfehimandineke baş ji bo hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê bi Hikûmeta Tirkiyeyê re heye.