Dijeterora Kurdistanê: Li Şingalê erebeyeke çekdarên YBŞyê tê armanckirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Şeva borî droneke Tirkiyeyê erebeyeke çekdarên YBŞyê dike armanc û du kesan dikuje.

Li gor zanyarên Dijeterora Kurdistanê, şeva borî droneke artêşa Tirkiyeyê erebeyeke çekdarên YBŞyê li nahyeya Sinûnê ya qezaya Şingalê kir armanc û berpirsekî ewlehiyê û çekdarekê YBŞyê hatin kuştin.

Herwesa doh roja Duşemê, 13ê Mijdara 2023ê, peyamnêrê K24ê ragehand ku balafirên şerî yên Tirkiyeyê li Duriyana Ziraeyê ya Nahyeya Sinûnê li sinorê qezaya Şingalê baregeheke çekdarên PKKyê kiriye armanc.

Li gor zanyarên destpêkî, kuştî û birîndar di nav rêzên çekdarên PKKyê de di wî baregehî ve hene.

Hewalgiriya Tirkiyeyê roja Înê, 6ê Cotmeha 2023ê, parve kiribû ku wan di operasiyoneke taybet de berpirsekî PKKyê bi navê Ilyas Biro Elî li Şingalê kuştibû û tekez kiribû ku dê li ser lêdana bingehên çekdarên PKKyê li Îraq û Sûriyeyê berdewam bin.

Herwesa heftiya borî Dijeterora Kurdistanê jî ragehandibû, “li roja Duşemê, 6ê Mijdara 2023ê, seet 11:15 ê berî nîvro, dronên artêşa Tirkiyeyê komeke çekdarên PKKyê li gundê Boskênê yê girêdayî qezaya Ranyayê ya Îdareya Raperînê kir armanc”.