ENKSê serokekî nû ji xwe re destnîşan kir

Serokê ENKSê Nimet Dawûd
Serokê ENKSê Nimet Dawûd

Navenda Nûçeyan (K24) – Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyeyê (ENKS) serokekî nû ji xwe re destnîşan dike û sê endaman li Desteya Serokatiyê zêde dike.

Desteya Serokatiya ENKSê roja 13ê Mijdarê civîna xwe ya asayî kir û piştre di daxuyaniyekê de kar û erkên nû li ser endaman belav kirin, herwiha sê endamên din jî li desteyê zêde kirin.

Di civînê de erkên li ser endaman wiha hatin belavkirin:

1- Mihemed Nemat Dawûd, Serokê ENKSê

2- Silêman Oso, Cîgirê Serokê ENKSê

3- Feysel Yûsif, Berdevkê Fermî yê ENKSê.

4- Mihemed Îsmaîl, Nûnerê ENKSê di serokatiya Bereya Aştî û Azadiyê de

5- Fesla Yûsif, Sekreter

6- Zehra Ehmed, endam

7- Ebdulbarî Xelef, endam

8- Serhan Îsa, endam

Herwiha di daxuyaniyê de hat, Desteya Serokatiyê ev biryar girtin û ev erkên nû belav kirin, ji bo xebata ENKSê bileztir û çalaktir bibe, bi awayekî ku xizmeta armancên ku ji bo têdikoşe bike.

ENKSê kongreya xwe dawî ya çaremîn roja 28ê Mijdara 2022an girê dabû, piştî ku asayişa li Rojavayê Kurdistanê rê nedabû ku ew konferansê roja 14ê Mijdara 2022an li bajarê Qamişlo lidar bixe.

ENKSê biryar dabû ku roja 14ê Mijdara 2022an 4emîn kongreya ENKSê li hola Zana ya bajarê Qamişlo lidar bixe, lê hêzên asayişa Qamişlo rê neda endamên ENKSê derbasî hola kongreyê bibin.

Piştre Serokê ENKSê yê wê demê Siûd Mela rexne li kiryarên hêzên asayişê û Rêveberiya Xweser girtin û got ku, ew dihesibînin ku kongreya wan hatiye girêdan. Piştre jî ENKSê karên kongreyê temam kirin.