Artêşa Israîlê kuştina serbazeke xwe li Xezzeyê radigehîne

Nua Mertsiyano
Nua Mertsiyano

Îro roja Înê, 17ê Mijdara 2023ê, artêşa Israîlê parve kiriye ku wan termê serbazeke Israîlî ku ji aliyê Hemasê ve hatibû revandin li Xezzeyê dîtiye.

Li gor zanyarên artêşa Israîlê ji tora civakî ya “X”ê, Bizava Hemasê berî sê rojan ji Israîlê re ragehandiye, termê serbazeke Israîlê ku li 7ê meha borî ji aliyê Hemasê ve hatibû revandin li Xezzeyê hatiye dîtin.

Artêşa Israîlê ew yek jî ragehand ku pêştir Hemasê vîdyoyek parve kiribû ku ew jina serbaz bi navê Nua Mertsiyano di jiyanê de mabû lê ji ber êrîşên Israîlê berî çend rojan hatiye kuştin.

Di vî warî de Berdevkê Artêşa Israîlê Avichay Adraee ragehand, artêşa Israîlê termê serbazeke Israîlî li derdora nexweşxaneya Şîfayê li Xezzeyê ji bin destê Hemasê rizgar kiriye ku pêştir hatibû revandin û paşî veguhastiye Israîlê.

Berdevkê Artêşa Israîlê amaje da wê yekê jî ku wan kesûkarên Nua Mertsiyano a 19 salî bi rengekî fermî li ser kuştina wê haydar kirine.

Li 7ê Cotmeha 2023ê şer di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de çê bû. Li destpêkê balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li bin desthilata Israîlê û deverên ku Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê jî, artêşa Israîlê jî wekî bersivek rojane êrîşên asmanî û bejahî dike ser Kertê Xezzeyê.