Netanyahu: Belgeyên bihêz hene ku Hemasê revandî li nexweşxaneya Şîfayê heşar dabûn

Benjamin Netanyahu
Benjamin Netanyahu

Navenda Nûçeyan (K24) – Serokwezîrê Israîlê ragehand, belgeyên bihêz hebûne ku Hemasê revandî li nexweşxaneya Şîfayê li Xezzeyê heşar dabûn. Herwesa got: Heta revandî neyên azadkirin, agirbestê ranagehînin.

Serokwezîrê Israîlê Benjamin Netanyahu di çavpêkeftinekê de ji kanala CBSê re eşkere kir, belgeyên bihêz hene ku Hemasê revandî li nexweşxaneya Şîfayê heşar dabûn, lê berî hêzên wan biçin nav wê nexweşxaneyê Hemasê ew hemî veguhastibûn.

Amaje da wê yekê jî ku wan bi rêya operasiyona bejahiyê givaştineke zêde xistiye ser Hemasê. Herwesa got ku ew ji bo azadkirina revandiyan nêzîkî lihevkirinê bûne.

Netanyahu tekez kir ku heker Hemas revandiyan azad bike, dê agirbesta demkî rabigehînin.

Nexweşxaneya Şîfayê mezintirîn nexweşxaneya Xezzeyê ye. Pêştir jî Hikûmeta Xezzeyê diyar kiribû ku ji ber nebûna sotemenî û karebayê jûrên operasiyon û xizmetkariyên wê ji kar keftine.

Li 7ê Cotmeha 2023ê şer di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de çê bû. Li destpêkê balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li bin desthilata Israîlê û deverên ku Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê jî, artêşa Israîlê jî wekî bersivek rojane êrîşên asmanî û bejahî dike ser Kertê Xezzeyê.