Li Tirkiyeyê ji ber bahozê 187 geştên asmanî hatin rawestandin

Navenda Nûçeyan (K24) – Bahozê bandor li Tirkiyeyê bandor li ser geştên asmanî kir û 187 geştê belafiran hatin betalkirin. Herwiha hat diyarkirin ku di nava rojê de, dibe ku hejmara betalkirina geştên balafiran zêde bibe.

Ji ber bahozê ku bandora xwe li Tirkiyeyê kiriye, Kompaniya fermî ya Geştên Esmanî ya (THY) ya Tirkiyeyê, 105 geştên xwe yên îro betal kirin ku 82 ji wan ji Balafirgeha Stenbolê û 23 jî ji Sabiha Gokçen be û Pegasus jî duhî û îro bi tevahî 82 geştên xwe betal kirin. Hişyarî hat dayîn ku dibe hejmara betalkirina geştan zêde bibe.

Piştî hişyariya bahozê ya ku ji aliyê Meteorolojî û AFADê ve hat dayîn, li Stenbolê barana zêde dest pê kir.

Ji ber bandora bahozê, hinek geştên ferîbotên Xetên Bajêr, Otobusên Behra Bursayê (BUDO) û Otobûsên Behrê yên Stenbolê (ÎDO) yên li Stenbolê ji bo îro hatin betalkirin.