Hikûmeta Iraqê êrîşa Amerîkayê ya li dijî komên çekdar şermezar dike

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Îraqî êrîşa vê dawiyê ya Amerîka li ser grûpên çekdar li Curf El-Sexra şermezar dike û daxwaz ji dezgehên ewlehiyê dike ku erkên xwe ji bo cibicîkirina yasayê bicih bînin.

Berdevkê Hikûmetê Basim Awadî di daxuyaniyekê de ragihand: “Em êrîşa li ser devera Curf El- Sexra şemezar dikin, ku bêyî agahdarkirina hikûmeta Iraqê hatiye kirin. Ev binpêkirina serweriya Iraqê ye û hewla têkdana ewlehî û aramiyê ye.”

Herwiha got: “Ji erkê Hikûmeta Iraqê ye ku yasayê cibicî bike û lêpirsîn bi kesên ku yasayan binpê dikin re bike, ne mafê ti aliyekî derve ye ku li ser navê hikûmeta Iraqê, vê yekê bike û ev yek li gorî destûr û yasayên navdewletî nayê qebûlkirin.”

Awadî tekez dike: “Hebûna Hevpeymaniya Navdewletî li Iraqê, ji bo piştgiriya karê hêzên me yên çekdar bi rêya rahênan, çaksaziyê û kursên rawêjkariyê ye. Lê tiştê ku qewimiye, binpêkirineke eşkere ye ji erkê wê re ye. Endamên Hevpeymaniya Navdewletî li vir in, ji bo şerê li dijî DAIŞê li Iraqê, ji ber vê yekê ji wan nayê xwastin ku yekalî tevbigerin, divê pabendî serweriya Iraqê bin.”

Amaje bi wê kir jî, hikûmeta Iraqê li gorî destûrî ew berpirs e ji bo dariştin û cîbicîkirina siyasetên dewletê, parastina sîstemê, aramî û parastina ewlehiya navxweyî. Her kiryarek çekdarî û çalakiyek ku li derveyî saziyên leşkerî pêk were, tê şermezarkirin.

Got jî, her kar û çalakiyekeî çekdarî derveyî saziya leşkerî were kirin jî, binpêkirin û derveyî yasayê ye û berjewendiyên bilind ên neteweyî dixe metirsiyê. her grûpeke çekdar an grûpeke din ku pabendî vê prensîpê nebe, hikûmet dê rêkarên pêwîst li hemberê bigire.

Awadî da zanîn jî, Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdar û Serokwezîr Mihemed Şiya Sûdanî, ferman da hemû hêzên çekdar û hemû dezgehên ewlekariyê ku erkên xwe bi cih bînin, yasayan cîbicî bikin û rê nedin ti aliyekî ku aloziyê bike, yan jî zirarê bide ewlehî û aramiya welêt.

Ev daxuyaniya Bervekê Hikûmeta Iraqê di demekê de, Fermandariya Navendî di daxuyaniyekê de ragihandibû, hêzên Amerîkî îro 22ê Mijdarê du baregehên milîsan li Iraqê bombebaran kiribûn.

Diyar kir jî, ev êrîş bersiveke rasterast e li ser êrîşên ku ji aliyê girûpên nêzîkî Îranê ve li ser bingehên Amerîkî û Hevpeymanan hatine kirin, wek êrîşa 21ê Mijdarê ya bi mûşekên balîstîkî hatiye kirin.