Panelê Mesrûr Barzanî li MEPSê li ser astên navxwe û derve rengvedan hebû

Şarezayên Rûs nerînên xwe li ser panela Mesrûr Barzanî diyar dikin
kurdistan24.net

Mosko (K24) – Panela Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di Gera Çarê ya Korbenda MEPSê de li Dihokê, ku tê de daxwaza rêyeke nû kir ka çawa Kurdistanî dikarin bi cîranên xwe re bijîn, li ser astê navxwe û derve rengvedan hebû.

Di wî warî de Vitaly Naumkin li Moskoyê ji K24ê re got, “Divê doza Kurdan bi rengekî diyarkirî bê çarekirin, bi têgehiştin li gel wan welatên Kurd tê de dijîn ji ber ku Kurd di navbera çar dewletan de hatine parvekirin, û di her yek ji wan welatan de jî mafên wan bi rengekî cuda tên wergirtin. Li Îraqê, herêmeke serbixwe û hikûmet heye. Li welatên din ev tişt nîne, Kurdan mafê welatîbûnê heye, lê mafekî wesa nîne ku li ser astê navdewletî û di çarçoveya biryarên Civata Ewlehiyê ya Neteweyên Yekgirtî de sengîntir be”.

Herwesa amaje da, “Piştî şerê cîhanî yê yekê bizav hat kirin ku dewletek ji bo Kurdan bê çêkirin, lê mixabin Kurd bi xwe par par in û hevgirtî nînin. Bi bawera min, çêbûna dewleta Kurdan pirojeyeke divê Kurd bi razîbûna wan welatên tê de dijîn bi cih bînin”.

Gelek dewletên endamên Neteweyên Yekgirtî bi rengekî fermî daxwaza çêkirina dewleta Filistînê dikin, lê dema axiftin tê ser mafên gelê Kurd, dîtin û helwestên wan cuda ne. Şarezayekî Rûs dibêje, “tenê bi hevgirtina Kurdan mafên wan dê bên wergirtin”.

Endama Civata Zanistî ya Girêdayî Civata Ewlehiya Rûsyayê Stansilav Ivanov dibêje, “Divê Kurd xebatê ji bo wekheviya mafên xwe di wan welatan de bikin ên ku tê de dijîn. Di vî warî de Herêma Kurdistanê pêşeng e û zêdetir maf û azadî bi dest xistine. Herêma Kurdistanê mînakeke baş ji bo çareserkirina doza Kurdan li hemî parçeyan nîşan daye, bê ku penayê bibin şoreşa çekdarî û derbe û tundûtîjiyê, belkî bi rêya pêşkeftin û danûstandinan bi Hikûmeta Navendî re”.

Herwesa ragehand, “Bi piştbestina rêkxistinên navdewletî ji bo vê dozê, mimkin e tiştekî wesa jê peyda nebe, belkî hevgirtina Kurdan dikare doza rewa ya Kurdan bigehîne armancê, Kurd bi xwe û çiyayên wan ji bo çêkiirna dewletê piştevan in”.

Roja 21ê mijdara 2023ê, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di panelekê de li Korbenda MEPSê got, “Divê Kurdan jî wekî her neteweyekê mafê xwe yê çarenivîsê hebe û wekî welatên din mafê serxwebûnê hebe. Pêdivîtiya me bi gerentiyeke navdewletî heye, careke din tawan li beranberî me neyên kirin, wekî kîmyabarankirinê û kempeynên enfalan û ew nedadiyên di dîrokê de di derheqa me de hatine kirin. Pêdivîtiya me berî her tiştekî din bi gerentiyeke navdewletî heye. Eger civaka navdewletî bixwaze arîkariya me bike, divê wê gerentiyê bide me ku Kurd bi çi rengekî nekevin ber êrîş û bombebaranên kîmyayî û her nehêlaneke neteweyî û jenosîdekê. Ev ew tişt e yê ku em dixwazin li civaka navdewletî guhdariya me bê kirin”.

Gera çarê ya Korbenda MEPSê li roja 20ê Mijdara 2023ê bi amadebûna Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û 300 kesatiyên siyasî û akademî di warên cuda cuda de li Dihokê hat destpêkirin û du rojan berdewam bû. Di panelên wê korbendê de gelek pêşniyar ji bo çareseriyên arêşeyên deverê hatin berçavkirin.