Li Herêma Kurdistanê salane 110 ton zeytê zeytûnan tê berhemanîn

Navenda Nûçeyan (K24) – Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê ragihand, berhemanîna salane ya zeytê zeytûnan li Herêma Kurdistanê digihe 110 tonan.

Berdevkê Wezareta Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Hîwa Elî ji Kurdistan24ê re ragihand, li Herêma Kurdistanê 7 kargehên zeytûnan hene û salane berhemên zeytûnan ên xwecihî ji cotkaran werdigirin.

Li gorî daneyên Wezareta Çandiniyê, li Herêma Kurdistanê zêdetirî 1340 cotkar di hilberîna zeytûnan de kar dikin. Berhema giştî ya zeytê zeytûnan jî digihe nêzîkî 110 tonan.

Got jî: “Xaka Herêma Kurdistanê bi pît e ji bo berhemên çandiniyê, eger cotkar giringiyê bidinê, darên zeytûnan biçînin û xizmetê bikin, dê zêdetir zeyt û zeytûnan berhem bînin.”

Kabîneya Nehem ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê di çarçoveya geşepêdana aborî de, giringiyeke mezin daye sektora çandiniyê, bi armanca parastin û zêdekirina berhemanîna navxwe, piştevaniya cotkarên Herêma Kurdistanê. Di heyama du salên borî de jî, beşek ji berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê bo welatên din hatiye hinardekirin.