Li Diyarbekirê 2 zarokên Sûrê bi bomkirina qirşûqalan debara xwe dikin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di Roja Mafên Zarokan a Cîhanî de bi milyonan zarok ji dêvla ku perwerdehiyê bibînin û nava şahî û leyîstokan de bin di şert û mercên giran de kar dikin. 2 birayên ji Sûrî berê xwe dane Diyarbekir jî debara xwe bi berhevkirina qirşûqalan  dikin.

Li gorî daneyên UNICEFê li tevahiya cîhanê 79 milyon zarok di şert û mercên giran de kar dikin ku 2 birayên ji Sûrîyê ji ber şer baz dane jî bo debara xwe bikin qirşuqalan didin hev û difiroşin. Muhammed Elhemşo yê 15 salî û birayê wî Taha Elhemşoyê 14 salî li Diyarbekirê dijîn û rewşa hewayê çawa be bila bibe ew neçar in li kolana bigerin da ku debara malbata xwe bikin ku jiyanê ev barê giran hîn di zaroktiya wan de daye ser mile wan.

Zarokê karker Mihemed El-Hemşo ji K24ê re got: “Li Sûriyê şer hebû. Me nekarî li wê derê jiyana xwe bidomînin. Di sala 2014an de em ji Sûrî ji Helebê derketin. Ji neçarî em derketin. Me berê xwe da Diyarbekir.  6 Sal in vî karî dikim. Ez û birayê xwe bi hevre dişixulin. Karê me zehmet e. Dayîka min û bavê min nexweş in. Ji ber wê em dişixulin.”

Herdu birayên ku ji xweşî û şahiyên jyanê hîn di zaroktya xwe de bêpar mane serê sibe ji malê derdikevin û rojane kêmzêde 10 demjimêran dişixulin û rojane kêmzêde 300 lîre dikeve destê wan ku hem di kirê de dimînin, hem 5 kes in û hem jî dê û bavê nexweş in ku li gel vê rewşa giran Tahayê 14 salî jî bi nexweşiyek giran ketiye, Taha bi nexweşiya epîlepsiyê ketiye û derfet nîne ku dermankirina wî were kirin.

Zarokê karker Taha El-Hemşo dibêje: “Elektrîk di mejiyê min de heye, dema ku nexweş dikevim ez dilerizim. Derfeta min nîne ku xwe derman bikim, Min dixwest ku di kareke xweştir de bişixulim. Lê ev kar heye.”