28. Mehrîcana Helbesta Kurdî li Qamişlo hate lidarxistin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – 28. Mehrîcana Helbesta Kurdî li bajarê Qamişlo yê Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin. Mehrîcana îsal bi navê helbestvanê Kurd ê koçkirî Mehmûd Sebrî hate binavkirin û 36 helbestvan tê de beşdarî beşdar bûn.

Rêkxerê festîvalê Mişel Osman ji K24ê re got: “28. Mehrîcana Helbesta Kurdî îsal bi navê helbestvanê koçkirî Mehmûd Sebrî (Evîndarê Xemgîn) hate binavkirin, ew yek ji kesên sereke yên vê merîcanê bû. Îsal 59 helbest ji me re hatin, ji wan 36 helbest tenê ji aliyê komîteya nirxandinê ve hatin pejirandin. Herwiha di dawiya mehrîcanê de xelatek ji kesekî ku ked û xebata wî di warê helbesta Kurdî de heye re were pêşkêşkirin.

Ji bajar û bajarokên Rojavayê Kurdistanê hejmarek mezin ji rewşenbîr, helbestvan û siyasetmedarên Rojavayê Kurdistanê tê mehrîcanê de amade bûn.

Helbestvan Yûnis Hemê jî got, ji bo pêşketin û serkeftina wêjeya Kurdî gelek astengî hatin çêkirin, lê bi saya bîrmendên ziman, wêje û dîroka kurdî ev wêje ji holê ranebûye.

Mehrîcana Helbesta Kurdî ji sala 1993’an ve tê lidarxistin û tevî rewşa dijwar a ewlekarî ya li Rojavayê Kurdistanê û astengiyên hêzên ewlehiyê, helbestvanên Kurd mehrîcana xwe di odeyên tarî û veşartî de lidar dixistin.