Li Diyarbekir û Wanê çalakiyên 25ê Mijdarê hatin qedexekirin

Diyarbekir (K24) – Ji aliyê Parêzgeriya Diyarbekirê ve hat ragihandin ku çalakiya ji aliyê rêxistinên jinan ve amadekariyên wê tên kirin hatiye qedexekirin, her wiha li Wanê jî bo 4 rojan qedexeya çalakiyan hat ragihandin.

Di çarçoveya 25ê Mijdarê Roja Pêşîlêgirtina Tundiya Hember Jinan de biryar bû ku ji aliyê rêxistinên jinan ve demjimêr 16.00 meşek were li darxistin.

Li ser vê yekê Parêzgeriya Diyarbekir ragihandin ji ber ku metirsiya rûdana aloziyan heye hemû cûre çalakiyên navbera 16.00-19.00ê hatine qedexekirin.

Ji aliyê xwe ve, Parêzgeriya Wanê jî ragihand ji bilî çalakiyên Parêzgeriyê an jî qeymeqamtiyan destur dane hemû cure çalakiyên navbera 25ê mijdarê û 28ê mijdarê de ne ku roja 28ê jî tê de hatine qedexekirin.