Arya Cuma: Li Rojavayê Kurdistanê yasayên taybet bi mafên jinê bi kirdarî neyin cibicîkirin

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Endama Desteya Serokatiya Yekîtiya Jinên Kurdistan – Sûriye Arya Cuma radigihîne, karên Rêveberiya Xweser yên derbarê cibicîkirina yasayên mafên jinê lawaz e.

Arya Cuma ji K24ê re ragihand, “Pêştir jinê li Rojavayê Kurdistanê nekarîbû mafên xwe yên civakî, perwerde û siyasî bikar bîne, lê piştî şoreşa Sûriyê di sala 2011an de û bi rêya rêxistinên jinan û saziyên civaka sivîl, kesayetiya jinê xurt bû û mafên xwe di her warî de nas kirin û gelek derfet li pêş jinê vebûn û êdî nas kir ku çawa bikare li hember binpêkirin û destdirêjiyan xwe, parastina xwe bike.”

Arya Cuma tekezî li wê yekê kir jî: “Tevî van derfetên ku li Rojavayê Kurdistanê çêbûne, lê hîna jin ew şert û merc pêk nehatiye ku jin bibêje ew gihîştiye mafê xwe. Em dikarin bibêjin ku jin heta %50 mafên xwe standine, lê hîna gelek haletên destdirêjî û tundiya li ser jinê hene.”

Amaje bi wê yekê kir jî, “Hîna li Rojavayê Kurdistanê tundiya malbatî û li gorî demên berê, niha gelek haletên berdana jinê hene. Heya niha mêr negihîştiyê wê baweriyê ku jin jî wek wî ye û mafê wê di malbatê de heye.”

Arya Cuma destnîşan kir jî: “Karê me yê sereke di rêxistinên jinê de, hişyarkirina jinê li ser mafên wê ne. Ev karê me jî berdewam e, bi riya lidarxistina simînaran, belavkirina belevokan, serdana gund û malbatan dibe ku em jinan bi yasa û mafên wan didin naskirin. Ne tenê jin, lê divê mêr jî bên hişyarkirin ku mafên jinan çi ye.”

Derbarê amarên tundiya li ser jinê de, Arya Cuma da zanîn jî: “Heta niha 63 haletên hewla xwekuştinê, 19 haletên kuştinê, 5 destdirêjiyên seksî, 31 haletên xwekuştinê, 11 haletên hejîniya zarokan û 136 haletên lêdana li jinê hatine tomarkirin.”

Amaje bi wê jî kir, gelek haletên din ên kuştin, lêdan û tundiyê li ser jinê tên kirin, lê ji ber rewşa civakî ya herêmê, di nava malbatê de tê veşartin û rêxistinên jinê jê agahdar nabin.

Herwiha Arya Cuma got jî: “Tevî ku Rêveberiya Xweser dibêje ku ew di yasayên xwe de mafên jinan diparêzin, lê em li ser erdê em gelekî nabînin, karên wê hîn lawaz e. Pêwîstî bi gelek gavan heye ku wekheviyek di navbera mêr û jinan de bibînin û yasa bi kirdarî cibicî bibin.”