Tirkiye kuştina berpirsekî PKKê li Kobanê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gorî medyaya Tirkiyeyê, berpirsekî PKKê li Kobanê di operasyoneke MÎTê de hatiye kuştin.

Ajansa Anadolu ji zarê berpirsên ewlekariyê yên Tirkiyeyê radigihîne, Dezgeha Hawalgirî ya Tirkiyeyê (MÎT) li Sûriyeyê operasyoneka taybet li dijî berpirsê PKKê yê Kobanê Mutlu Kacar yê bi nasnavê “Karker Andok” kiriye û ew kuştiye.

Di nûçeyê de hate diyarkirin, Karker Andok di sala 1997ê de tevlî PKKê bûye û di sala 2013an de li Mexmûrê, sala 2015an li Tel Rifatê, îsal jî li Kobaniyê wekî berpirs hatiye erkdarkirin û karên rêxistinî birêve biriye.

Di nûçeyê de behsa dema operasyonê nehetiye kirin, lê berî niha çend rojan li Kobaniyê otomobîlek ji aliyê dironan ve hatibû armanckirin.