Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî projeya ‘Destê Hevkariyê’ li Kerkûkê radigihîne

Navenda Nûçeyan (K24) – Ofîsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya Kerkûkê projeya “Destê Hevkariyê” li Kerkûkê ragihand û pere, selikên xwarinê û pêdiviyên xwendinê li ser 30 malbatên hejar ên Kerkûkê belav kir.

Berpirsê Ofîsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Kerkûkê Rêbiwar Muhyedîn ji K24ê re ragihand, “Me îro 28ê Mijdarê projeya “Destê Hevkariyê” li Kerkûkê ragihand û bi hevahengiya ligel rêxistina (Exsan el-Kerma) û Selahedîn Serdarî, me pere, selikên xwarinê û pêdiviyên xwendinê li ser 30 malbatên kêmderamet belav kirin.”

Da zanîn jî, “Malbatên ku îro alîkarî li ser wan hatine belavkirin, berê serdana Ofîsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya Kerkûkê kiribûn û piştî lêkolîna komîteya me ya lêkolînê, em gihîştin wê encamê ku rewşa van malbatan ne baş e û ji ber vê yekê me amadekariya belavkirina alîkariyê li wan kir.”

RêbIwar Muyedîn got: “Weke hemû rêxistinên din, em her sal hejmarek projeyan plan dikin û wan pêşniyarî serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî dikin.”

Herwiha got: Serokê Borda Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mesrûr Barzanî û Serokê Dezgeha Xêrxwazî Mûsa Ehmed ​​giringiyeke taybet didin xelkê Kerkûkê.”

Destnîşan kir jî: “Sala borî bi zêdetir ji du milyar dînar, alîkariyên wek selikên xwarinê, pêdiviyên xwendinê, ava paqij û gelek tiştên din li ser welatiyên Kerkûkê hatin dabeşkirin.”

Berpirsê Ofîsa Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî ya li Kerkûkê diyar kir jî, ji niha ve planan datînin, ji bo sala bikarin di 2024an bi awayekî baştir xizmeta welatiyên Kerkûkê dikin.