Malbata Elçî: Eger dewlet bixwaze dikare kujerên Tahir Elçî bibîne

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – Di 8. Salvegera Kuştina serokê berê yê Baroya Diyarbekirê Tahîr Elçî de, li Diyarbekirê bernameyek bîranînê hat lidarxistin. Nas û dostên Tahîr Elçî li ber Minareya Çarling kom bûn û banga ronîkirina doza kuştina Tahîr Elçî kirin.

8 sal di ser kuştina Tahîr Elçî re derbas bûn. Di çarçoveya bîranînê de jî parêzer, siyasetmedar, malbata Tahîr Elçî û hezkiriyên wî li ber avahiya Edliyeya Diyarbekirê kom bûn û meşek lidar xistin. Meş heta ber Minareya Çarling dewam kir û li Minareya Çarling ku Tahir Elçî lê hat kuştin, Serokê Baroya Diyarbekirê Nahît Eren, Serokê Yekîtiya Baroyan Erînç Sagkan û hevjîna Tahîr Elçî, Turkan Elçî axivîn û gotin ku heta doz tê ronîkirin, ew ê tekoşîna xwe bidomînin. Malbata Tahîr Elçî jî amaje kir ku eger dewlet bixwaze dikare dozê ronî bike.

Birayê Tahîr Elçî, Ahmet Elçî got: “Em dixwazin kujerên Tahîr Elçî werin peydakirin û werin sizadan. Ez di wê baweriyê de me ku eger dewlet bixwaze, dikare kujeran aşkere bike û derxe hember dadgehê. Lê dewlet nake.”

Di salvegera bîranîna kuştina Tahîr Elçî de, beşdarên bîranînê qurnefîl danîn ber Minareya Çarling. Hiquqnasan bal kêşandin ku doza Tahîr Elçî nayê ronîkirin, ji ber ku kujer tên parastin û bi vê yekê ve giredayî bibîr xistin ku Tahîr Elçî bi xwe digot “kuştinên kujer nediyar nînin, kuştinên ku nayê xwestin kujerên wan werin diyarkirin hene.”

Hiquqnas Ahmet Ozmen got: “Dewlet naxwaze kujeran aşkere bike. Kujer tên parastin. Ji bo ku em bêjin ev doz hat ronîkirin, divê hemû berpirsên kuştinê werin aşkerekirin.”

Tahîr Elçî di hiquqnasiya xwe de ji bo dozên kuştinên kiryar nediyar ronî bibin, kedeke girîng da û hevalên wî jî dibêjin ji bo ku doza Tahîr Elçî jî kiryar nediyar nemîne, çi ji destên wan bê ewê bikin.