Iraq: Hinardekirina petrolê meha borî 8 milyar dolar derbas kir

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Petrolê ya Iraqê amarên destpêkê yên hinardekirina petrola xav û dahata meha Mijdarê eşkere kirin.

Wezareta Petrolê ya Iraqê di daxuyaniyekê de, amarên hinardekirin û dahata petrola xav a meha Mijdara borî eşkere kirin.

Li gor amarên kompaniya bazarkirina petrola Iraqê (SOMO), hinardekirina petrola xav gihîştiye 102 milyon û 975 hezar û 782 bermîlan û 8 milyar û 512 milyar dolar dahata wê ye.

Diyar kir jî, rêjeya hinardekirina petrolê ya rojane gihîşt 3,433 milyon bermîlan. Bihayê her bermîleke petrola hinardekirî jî 82,66 dolar bû.

Wezareta Petrolê ya Iraqê ragihandibû, hinardekirina petrola xav ya Cotmeha borî 109 milyon û 545 hezar û (589) bermîl bû û dahata wê, 9 milyar û 593 milyon 643 hezar dolar bû.