Pêşangeha Pirtûkan a Enqereyê bê beşdariya weşanxaneyên Kurdî dest pê kir

kurdistan24.net

Navenda Nûçeyan (K24) – 19emîn Pêşangeha Pirtûkan li Enqereyê bê beşdariya weşanxaneyên Kurdî dest pê kir. Li gorî Berpirsên pêşangehê ber çend sedeman weşanxaneyên Kurdî beşdar nebûne. Li gel vê yekê rewşa aborî ya Tirkiyê bandor li ser weşanxane û nirxê pirtûkan kiriye.

Li Enqereyê bi beşdariya nêzî 400 weşanxaneyên Tirkiye û welatên Asya û Ewropayê 19emîn pêşangeha Pirtûkan hate lidarxistin. Ev pêşangeha ku bi sedhezaran pirtûk lê cih digirin li bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyê qet weşanxaneyeke Kurdî beşdarî tê de nekiriye. Berpirsên pêşangehê amaje pê dikin ku ji ber du sedemên serekî weşanxaneyên Kurdî îsal beşdarî vê pêşangehê nebûne.

Berpirsê Pêşangehê Remzî Çayir ji K24ê re got: “Derbarê weşanxaneyên Kurdî de, ti astengiyên me nîne. Ev pêşangeha me ji bo her weşnxaneyekê vekirî ye. Em ê li Riha, Dîyarbekir û Wanê jî pêşangehan lidar bixin. Bi sedema ku li Enqereyê zêde xwînerên Kurd nînin û hatina vê dere û kirêkirina standan gellek biha ye. Be vê çendê weşanxaneyên Kurd zêde berê xwe nadin Enqerê.”

Xwediyê weşanxaneyan jî amaja pê dikin kurewşa aboriya Tirkiyê û pêşveçûna teknolojiye bandoreke mezin ya neyînî li ser van kiriye.

Xwediyê Weşanxaneyekê Alî Xençer dibêje: “Rewşa nirxê dolar ber çave û kaxiz û kelûpelên ku em pê pirtûkan çap dikin li Tirkiyê nayên hilberîn û em ji derve bi Euro dikirin û îro li Tirkiye Euro bûye nêzî 32 lîre. Berê me mehane 5 pirtûk çap dikirin lê niha em tenê yek du pirtûkan çap dikin. Helbet kirrîn û xwandina online jî zirareke mezin gihandiye me.”

Xwînerên ku berê xwe dane vê pêşangeha navdewletî jî xwedî nêrînên cuda ne.

Emîne Eşrefoglu: “Bi sedema ku nirxê kaxizê zêde bûye mixabin nirxê pirtûkan jî li gorî min zêde bûye. Hindî ku ji destê me tê gorî rewşa aborî em jî pirtûkan dikirin.”

Herwiha di pêşngeha ku vê 10 rojan bidome de ji bo pirtûkhezan beşeke cuda ya pirtûkên destedu hatiye amadekirin û nirxêvan jî li gorî pirtûkên din erzantire.

Li gorî daneyên Yekitiya Veşangerên Tirkiyê salane nêzî 22 milyon pirtûk tene çapkirin û sere her kesekî jî 7 pirtûk dikeve. Lê belê li gorî daneyên rêxistina navdewletî ya bi navê Global English edîting Tirkiye di nava 180 welatên ku herî zêde pirtûkan dixwîne de, di rêza 140an de cîh digire.