Li Diyarbekirê komeke muzîkê ji kesên temen mezin re hatiye avakirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê komeke muzîkê ya ji kesên temenê wan di ser 60 saliyê re ne heye. Ew 3 sal in stranan dibêjin û amadekariyan dikin ku êdî tevlî mîhrîcanên çand û hunerê jî bibin. Endamên komê dibêjin muzîk ji bo wan dibe wesîle ku xwe ciwan hîs bikin.

Ji aliyê Şaredariya Yenîşehîrê ya navendî ya Diyarbekirê ve ev 3 sal in xebateke watedar û rengîn tê meşandin. Di bin banê şaredariyê de komeke muzîkê hatiye avakirin ku navê wê Çinarên Gewre ye û ji kesên ku temenê wan ser 60ê re ye pêk tê. Kom ji aliyê mamosteyên muzîkê ve tê perwerdekirin û ber bi asta komek profesyonel a muzîkê ve diçe. Xebatên koma Çinarên Gewre hefteyê rojek e û kom jî ji 20 kesan pêk tê.

Mamosteyê muzîkê Sedat Karataş ji K24ê re got: “Em li vê derê stranên ku di çanda me de hene fêrî welatiyên tên komê dikin. Kesên ku temenê wan mezin e bêhna wan teng dibe, ji bo ku wextek xweş derbas bikin tên vê derê û sebra me bi hev tê.”

Endamên Koma Çinarên Gewre ji bo ku bêhna xwe fireh bikin û giyanê xwe bi hunerê av bidin bi evîneke mezin stranên xwe dibêjin û amaje dikin ku ew dixwazin di heman demê de ev demên wan ên xweş û geş ji bo neviyên wan wek bîranînek teybet bimîne.

Endamê komê Mahmut Guler dibêje: “Muzîk dibe wesîle ku mirov gênç bibe. Temenê min 61 e lê ji ber ku muzîkê re mijul dibim wekî 45 salî bim ez xuya dikim.”

Koma Çinarên Gewre her ku diçe navdartir dibe û amadekariyan dikin ku di rojên pêş de beşdariyê di mîhrîcanên çand û hunerê de jî bikin.