Li Diyarbekirê yekem Nexweşxaneya Taybet a Ajalan hat vekirin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê yekem car e nexweşxaneyeke taybet a ajalan hat vekirin. Nexweşxaneya ku bi lêçûneke mezin hatiye avakirin, di heman demê de li Bakurê Kurdistanê jî nexweşxaneya yekem e û bi armanca zêdekirina xizmetguzariyên ji bo ajalên kedîkirî hatiye vekirin.

Li Diyarbekirê Nexweşxaneya Taybet a Ajalan hat vekirin. Nexweşxaneya ku bi lêçûneke nêzîkî 30 milyon lîreyê Tirk hatiye pergalkirin, li herêmê jî yekem nexweşxaneya taybet e ku dê bi pergaleke baş xizmetguzariyê bike. Rêveberên nexweşxaneya ajalan didin zanîn ku ji bo hemû cure dermankirin û neştergeriyê, alav û amûrên wan tekûz in û diyar dikin ku her çiqas nexweşxane taybet be jî buhayê dermankirinê ne zêde ye û her kes dikare bi dilekî xweş ajalên xwe bîne. 

Xwediyê Nexweşxaneya Ajalan a Taybet Mustafa Boncuk ji K24ê re got: “Me ev der vekir ji bo ku mirovên me, xelkê me rehet bike. Li vê derê bijîşkên me gelek zêde ne. Alav û amûrên me zêde ne. Em dikarin her tiştî li vê derê bikin ango neştergeriya wan û hemû dermankirinên wan em dikarin bikin. Armanca me ew bû û gelek li xweşa xelkê Diyarbekirê çû. Ji seranserê herêmê em pîroz kirin, welatî tên nexweşxaneya me jî digerin.”

Li Diyarbekirê, nexweşxaneyeke hespan û nexweşxaneyeke ajalan heye ku li Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê xizmetê dikin lê belê ew aîdê dewletê ne. Ev nexweşxaneya ku ji aliyê tîmeke taybet a beytaran ve tê rêvebirin, xwedî wê kapasîteyê ye ku 24 saet vekirî ye û rojane venêrîna bi dehan kûçik û pisîkan dike. Beytarên Pispor ên vê nexweşxaneyê jî li ser xebatên xwe dibêjin ku ew dikarin hemû cure nexweşînên sivik û giran ên ajalan derman bikin.

Beytara Pispor Nûrşîn Aydin dibêje: “Di serî de em bi hev re ligel beytarekî xwe li van jûrên venêrînê; venêrîna ajalan dikin. Em ê li rewşa ajalên nexweş a giştî binihêrin. Em ê ji xwediyên ajalan bipirsin bê ka çi hewalê ajalên wan heye. Piştî venêrînê dema pêwîstî hebe, em ê xwînê bigirin.”

Welatiyên herêmê jî ji rewşê razî ne. Lewra kesên ku derfeta wan tuneye ajalên xwe bigihînin nexweşxaneyê, ji aliyê vê tîma beytaran ve xizmet heta nav malan jî tê kirin.

Welatî Yusuf Avci got: “Vekirina vê nexweşxaneyê li Diyarbekirê, gelek baş bû. Ajalên min hene, dema ku nexweş dikevin, bişev cihekî vekirî tuneye. Ev der 24 saetan vekirî ye.”

Li seranserê Tirkiyeyê bi giştî 57 nexweşxaneyên ajalan hene. Li vê nexweşxaneya ajalan jî, 7 beytaran di 11 beşan de dest bi xebatê kiriye. Beytar xwediyên ajalên kedîkirî hişyar dikin ku venêrîna ajalên xwe yên mehane bi awayekî bi pergal bikin, da ku kalîteya jiyana wan zêde bibe.