Rûsya: Di dema 24 seetên borî de nêzî 750 serbazên Ukraynayê hatine kuştin

Artêşa Rûsyayê
Artêşa Rûsyayê

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê radigehîne ku di dema 24 seetên borî de nêzî 750 serbazên Ukraynayê kuştine.

Îro roja Yekşemê, 3ê Berçileya 2023ê, Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê ragehandinek parve kiriye û têde hatiye ku, artêşa wan di dema 24 seetên borî de bi rêya êrîşên giran ên moşekî zêdetirî 5 bingeh û cihên serbazî yên artêşa Ukraynayê kirine armanc û nêzî 750 serbazên wan kuştine.

Ragehandina Wezareta Bergiriyê ya Rûsyayê behsa wê yekê jî dike ku karîne 8 dronan û du moşekên S-200 û moşekeke Himars pûç bikin.

Li 24ê Şibata 2022ê, bi fermana Serokê Rûsyayê Vladimir Putin êrîşî Ukraynayê hat kirin û bi hezaran kes ji serbaz û welatiyan hatine kuştin û bi milyonan jî awareyî welatên Ewropayî bûn û heta niha jî ew şer berdewam e.