2 çekdarên PKKê li Mêrdînê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Hikûmeta Tirkiyeyê kuştina du çekdarên PKKê li Mêrdînê radigihîne ku yek ji wan berpirs e.

Wezîrê Navxwe yê Tirkiyeyê Alî Yerlîkaya ragihand, li dorûbera gundên bajarokê Kerboranê yê ser bi Mêrdînê ve, hêzên ewlehiyê bi gûmana ku du çekdarên PKKê tê de hene, ketine pey otomobîlekê û li dijî wan dest bi operasyonê kirine.

Li gor daxuyaniya Wezîrê Navxwe, di dema operasyonê de her du çekdarên PKKê teqe li hêzên ewlehiyê kirine û di navbera wan de şer derketiye. Piştre da ku neyên girtin, wan otomobîla ku tê de bûne teqandine û her du çekdarên PKKê canê xwe ji dest dane.

Alî Yerlîkaya nasnameya çekdarekî aşkere kir ku navê wî Orhan Elma yê bi nasnavê “Rodî Hayrî” ye û di Lîsteya Sor a Terorê ya Daxwazkirî ya Wezareta Navxwe ya Tirkiyeyê de tomarkirî ye.