Barcelona li hember Atletico Madrîdê serkeftineke dijwar û giranbiha bidest xist

Navenda Nûçeyan (K24) – Barcelonayê şeva borî bi goleke bêbersiv li hember mêvanê xwe Atletico Madrîd serkeftineke dijwar û giranbiha bidest xist.

Barcelona şeva borî di qonaxa 15emîn a Lîgaya Îspanyayê de, mîvandariya Atletico Madrîd kir û bi encama (1 - 0) biser ket.

Gola tekane ya Barcelonayê di xuleke (24) de bi riya yarîzanê Portugalî Joao Felix ku pêştir yarîzanê Atletico Madrîd bû, hat tomarkirin.

Bi vê serketinê Barcelona xalên xwe gihandin (34) û di pileya sêyem de cih girt, Atletico Madrîd jî bi (31) xalan di pileya çarem de ma.