Li Bursayê erdhejek bi hêza 5.1 pileyan rû da
Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarokê Gemlikê yê ser bi bajarê Bursayê ve, erdhejek bi hêza 5.1 pile rû da û li Stenbolê jî hest pê hate kirin.
Serokatoya Rêveberiya Rewşa Awarte û Karesatan (AFAD) ragihand, îro demjimêr 10:42 erdhejek ku navenda wê bajarokê Gemlikê ye rû da.
AFADê diyar kir jî, hêza erdhejê 5.1 pile ye û nêzikê 9 kîlomtre di bin erdê de rû daye.
Xelkê Stenbolê jî hest bi erdhejê kir û tirs û xemeke mezin di nava welatiyan de peyda bû û ji mal û avahiyan derketin kolanan.
Heta niha ti ziyaneke canî û madî nehatiye ragihandin.
Ev di demekê de ye, roja pêmşema borî jî li parêzgeha Meletiyê ya Bakurê Kurdistanê du erdhejên bi hêza 5.2 û 4.7 pile rû dabûn.
Di 6ê Sibata borî de erdhejeke wêranker li Efrîn û bakurê Sûriyê rû dabû ku di encamê de nêzîkî 6 hezar kesan canê xwe jidest dab, sedan birîndaran û bi hezaran xanî hilweşiyan.