Dijeterora Kurdistanê: Sê berpirsên YPGyê li Dêrazorê hatin kuştin

Navenda Nûçeyan (K24) – Dijeterora Kurdistanê ragehand, sê berpirsên Yekîneyên Parastina Gel (YPG) li Dêrazorê hatin kuştin.

Dijeterora Kurdistanê îro 6ê Berçileya 2023ê, ragehand, “Ji ber teqîna bombeyeke nûsandî bi erebeyeke çekdarên YPGê ve, sê berpirsên bilind ên YPGê li parêzgeha Dêrazorê ya Sûriyeyê hatin kuştin”.

Li gor ragehandina Dijeterora Kurdistanê, ew rûdan dohî 5ê Berçileya 2023ê, li nêzî zeviya petrolê ya Omer li parêzgeha Dêrazorê qewimiye”.

HSDê ji aliyê xwe ve ragehand, berpirsekî wan ê serbazî bi navê Ronî Welat ku herwesa endamê Civata Serbazî ya Dêrazorê ye “di êrîşeke teroristî de li rojhilatê Dêrazorê” hatiye kuştin.