Civata Ewlehiyê ya Navdewletî li ser rewşa Xezzeyê dicive

Navenda Nûçeyan (K24) – Biryar e îro (Înî, 8ê Berçileya 2023ê) Civata Ewlehiyê ya Navdewletî li ser rewşa Xezzeyê bicive, piştî ku Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî António Guterres ji bo cara yekê ji dema wergirtina erkê xwe ve madeya 99ê ya peymannameya damezrandina Neteweyên Yekgirtî di derheqa metirsî û haydariyên şerê Xezzeyê de bi kar anî.

Doh (Pêncşem, 7ê Berçileya 2023ê) reşnivîsa wê biryarnameyê xistiye jêr “rêkarên bêdeng”, bi wê manayê ku mimkin e ji îro ve di her demekê de deng li ser wê bê dan.

Di nav amadekariyan de ji bo dengdanê li ser reşnivîsa biryarnameyekê ku di vî warî de li ser astê Erebî û navdewletî piştevaniya wê tê kirin, birêveberiya Serokê Amerîkayê Joe Biden hêşta rêbazeke ji wî rengî red dike, taybet ku madeya 99ê bihêztirîn amraz e ku her Sikirtêrê Giştî yê Neteweyên Yekgirtî dikare bi kar bîne ji bo berhingarbûna gefan li ser aştî û ewlehiya navdewletî.

Ji sala 1945ê ve ku Rêkxistina Neteweyên Yekgirtî hat damezrandin, madeya 99ê tenê 10 caran hatiye bikaranîn. li 13ê Tîrmeha 1960ê li Kongoyê, li 3ê Berçileya 1971ê li Pakistanê, li 16ê Tîrmeha 1974ê li Qubrisê, li 25ê Mijdara 1979ê di derheqa revandiyên Amerîkayî yên Îranê de, li 23ê Îlona 1980ê di derheqa şerê Îraq û Îranê de, li 15ê Tebaxa 1989ê li Libnanê, li 15ê Gulana 2003ê li Kongoya Demokrat, li 28ê Hezîrana 2003ê li Lîbîryayê, li 29ê Tîrmeha 2006ê li Libnanê û vê carê jî li 7ê Berçileya 2023ê li Xezzeyê hatiye bikaranîn.

Guterres di peyamekê de ji bo endamên Civata Ewlehiyê ya Navdewletî ragehandiye, divê Civata Ewlehiyê li ser her pirsekê haydar be ku gefan li parastina aştî û ewlehiya navdewletî bike.

Herwesa di wê peyama xwe de bal kişand ser wê yekê jî ku li Xezzeyê rûbirûyî metirsiyên giran ên sîstema cîhanî dibin û divê xwe jê biparêzin.

Îmarata Erebî wekî bersivek ji bo wê daxwaza Guterres pirojebiryareke kurt bi navê Komeleya Erebî amade kiriye û tê de daxwaz ji Civata Ewlehiyê dike ku ji ber aliyê mirovahî daxwaza yekser rawestandina şerî li Xezzeyê bike.

Li 7ê Cotmeha 2023ê şer di navbera Bizava Hemasê û Israîlê de çê bû. Li destpêkê balê serbazî yê Bizava Hemasê ya Filistînî li Xezzeyê zêdetirî pênc hezar moşekan avêtin deverên li bin desthilata Israîlê û deverên ku Cihû lê dimînin û têla sinorî ya navbera Kertê Xezzeyê û komelgeha Cihûyan jî birî. Li beranberî wê yekê, artêşa Israîlê jî wekî bersivek rojane êrîşên asmanî û bejahî dike ser Kertê Xezzeyê.