Li Hewlêrê maratonek bi helkefta roja cîhanî ya berhingarbûna gendeliyê tê kirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Li bajarê Hewlêrê maratonek bi helkefta roja cîhanî ya berhingarbûna gendeliyê tê kirin ku ji bo navendên perwerdeyê hatiye taybetkitin û dibistan tevlî wê bûne.

Îro (Înî, 8ê Berçileya 2023ê) maratonek li bajarê Hewlêrê bi helkefta roja cîhanî ya berhingarbûna gendeliyê tê kirin, bi hevahengiya Wezareta Perwerdeyê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Desteya Destpakiyê hatiye rêkxistin ku ji bo navendên perwerdeyê hatiye taybetkitin û dibistan tevlî wê bûne.

Vê maratonê ji Parka Samî Ebdulrehman dest pê kir û dê heta Avahiyê Perlemana Kurdistanê berdewam be ku dibe du kîlometir.

Serperiştê Perwerdeyî Deştî Mecîd ji K24ê re ragehand ku, ev zêdetirî mehekê ye ew amadekariyan ji bo vê maratonê dikin û nêzî 30 navbeynkaran serperiştiya wê dikin.

Deştî Mecîd ron kir ku, ev marathon girêdayî xwendekaran e û pênc perwerde (Perwerdeya Navendê, Derdorê, Deşta Hewlêrê, Xebatê û Şeqlawayê) tevlî wê bûne.

Peyamnêra K24ê li nav maratonê amaje da wê yekê ku tîmên polîsan û tendirustiyê bi rêya lijneyên taybet çavdêriya vê maratonê dikin ji bo ku bi rengekî asayî derbaz bibe.