Rêber Ehmed: Têkoşîna me ya li hember nehîştina tundûtûjiyê bidawî nabe

Navenda Nûçeyan (K24) – Kampanyaya 16 rojî ya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li Herêma Kurdistanê îro bi dawî bû, Wezîrê Navxwe yê Herêma Kurdistanê jî ragihand, Rûbirûbûna wan a li dijî tundiya li ser jinê û takên civakê bidawî nebe, ew ê di nehîştina hizra tundiyê de berdewam bin.

Wezîrê Navxwe Rêber Ehmed di merasîma roja dawî ya kompîna têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan de got: “Niha hewldanên her kesî ji bo nehîştina tundiya li ser jin û keçan, ji her demê wêrektir e, 16 rojên borî bîranînek bi bandor û girîng bû ku berpirsyariya me hemûyan e gavên rasteqîne bavêjin, ji bo jîngeheke aştiyane ku jin bi azadî, bê tirs û dûrî hemû cureyên tundiyê bijîn.”

Got jî: ““Di rojên kampanyayê de me dît ku bandor û karvedana tundiyê li ser bingeha regez, temen, netewe, ol, rewşa civakî, rewşa aborî, ti sînoran nas nake û sînorên erdnîgarî jî derbas dike û bûye xewneke giran ya rojane ya bi milyonan jinan li ser asta cîhanê. Kampanyaya li dijî tundiyê li ser jinê, ronahî xiste ser girîngiya lihevhatin û hevgirtina hemûyan ji bo têkoşîna li dijî tundiyê û ev rastî îspat kir ku hişmendiya civakî gav bi gav bilind dibe û pêş ve diçe.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Rêber Ehmed got: “Tevî ku kampanyaya 16 rojan a li dijî tundiya li hember jinê bi dawî dibe, lê têkoşîna me ya li dijî tundiyê dewam dike û bi dawî nabe. Di şûna wê de, em ê bigihin qonaxa xwe ya daîmî ya rakirin û nehîştina hizra tundiyê û em ê rûbirûyê her nerît, bîroke û diyardeyên ku dibin sedema tundiyê, bibin.”

Wezîrê Navxwe da zanîn: “Hişyarbûn ji malbat û dibistanan dest pê dike. Perwerdekirina kes, civak û ciwanan li ser baweriya hevdu qebûlkirinê, bingeha civakek saxlem e. Dema ku em sedem û encamên tundiya li ser jinê fêm bikin, em ê bikarin wan biparêzin û wekhev û aramiyê ava bikin. Mamosteyên olî jî di belavkirina ramana nerm û redkirina hemû tundûtûjiyê de rolek girîng dilîzin, divê em nifşên xwe yên paşerojê perwerde bikin ku rêz li cudahiyan bigirin û bi wekhevî û dadperweriyê bawer bikin.”

Rêber Ehmed amaje bi wê kir, “Medyaya civakî amûrek bikêr e ku qurbaniyan û dengên bindest han bidin ku xwe li van platforman bibînin û çîrokên xwe bikin ders, da ku kesên din êdî nebin qurbanî.”

Tekez kir jî: “Hişyarbûn bi tenê têrê nake, lê divê em gotinên xwe bikin kiryarên berçav. Em di Hikûmeta Herêma Kurdistanê de her tim parêzvanê qurbaniyan bûne û bi tundî rûbirûyê tawanbaran bûne.”

Herwiha got: “Divê em alîkariya pêwîst û penageheke ewle ji bo jinên ji tundûtûjiyê rizgar bûne peyda bikin, piştgirî bidin siyaset û stratejiyên ku jinan ji her gef û tundûtûjiyê diparêzin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê piştevaniya xwe ji bo rêxistin û saziyên ku bêwestan ji bo jiyana baş a jinan kar dikin, dubare dike."

Tekez kir jî: “Divê kirin ji gotinan zêdetir bin. Pêwîst e meşxeleya ku di 16 rojên borî de hatiye pêxistin, rê li ber siberojê ronî bike. Divê em ber bi cîhaneke ku jin û hemû takên civakê ji tundiyê dûr bin bimeşin.”