Wezîrê Navxwe: Ji bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ti gav nehatine avêtin

Navenda Nûçeyan (K24) – Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand, ji bo cîbicîkirina rêkeftina Şingalê ti gav nehatine avêtin. Herwiha daxwaz ji hêzên asayîşê kir ku bi hemû hêza xwe hilbijartinên encûmenên parêzgehan biparêzin.

Wezîrê Navxwe yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Rêber Ehmed piştî bidawîbûna merasîma roja dawî ya kompîneya têkoşîna li dijî tundiya li ser jinan li Hewlêrê, bersiva çend pirsên rojnamevanan da.

Şanda bilind a asayişa hilbijartinên Iraqê serdana Hewlêrê dike

Komîteya Bilind a Asayişa Hilbijartinên Encûmena Parêzgehên Iraqê ku ji aliyê Wezareta Navxwe ya Iraqê ve hatibû avakirin, îro danê sibê serdana Herêma Kurdistanê kir û bi Komîteya Asayişa Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Wezîrê Navxwe Rêbar Ehmed re civiya.

Rêber Ehmed li ser naveroka civînê ragihand, “Me tekezî li ser wê yekê kir ku li xalên kontrolê yên di navbera Herêma Kurdistanê û bajarên din ên Iraqê de, rê li ber ti kesî neyê girtin ku biçin ser sindoqan û hemû hêsankarî ji dengderan re bên dabînkirin.”

Rêber Ehmed amaje bi wê yekê kir, her du komîteyan tekezî li ser ewlekarî û aramiya Kerkûkê kirin û got: “Me tekezî li ser wê yekê kir ku divê hemû hêzên ewlehiyê yên Iraqê şiyanên xwe ji bo parastina ewlehiya dengderan û navendên dengdanê bikar bînin û rê li her sextekariyê di roja hilbijartinê de bigirin.”

Cibicîkirina Rêkeftina Şingalê

Wezîrê Navxwe got: “Piştî 3 salan ji îmzekirina rêkeftina Şingalê, mixabin me ti gav ber bi pêş ve nehatine avêtin, ev yek jî dibe sedem xwişk û birayên Êzîdî nikarin vegerin Şingalê, ji ber ku xizmetguzarî, ewlekarî û ewlehî wek tê xwastin, tune ye.”

Herwiha got: “Me hertim daxwaza cîbicîkirina rêkeftina Şingalê kiriye. Serokwezîrê Iraqê di pêngavên cîbicîkirina rêkeftinê de alîkar bûye, lê mixabin kesên li derveyî îradeya hikûmeta Iraqê hene, rê li ber cîbicîkirina rêkeftinê digirin.”