Li Diyarbekirê xebatên hilbijartinê berdewam in

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Li Diyarbekirê, xebatên ji bo Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adara 2024an berdewam dikin. Partiya Wekhevî û Demokrasiyê (HEDEP) dê serlêdanên ji bo namzediyê di 11ê Berfanbarê de bi dawî bike. Partiya DEVAyê jî namzedê xwe yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê, cara yekem ji bo Kurdistan 24 eşkere kir.

Di çarçoveya xebatên Hilbijartinên Herêmî ku dê di 31ê Adara 2024an de li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin de partiyên siyasî lez da xebatên xwe. Rêveberên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê HEDEP ku ji ber hincetên siyasî namzedên xwe eşkere nakin, ji bo hegera ku dibe namzedên neyên xwestin hebin, ev agahî dan:

Hevserokê Şaxa Diyarbekirê yê HEDEPê Abbas Şahîn ji K24ê re got: “Dirêjkirina serlêdanan, biryareke navendî ye. Ji ber ku biryareke wisa nehatiye dayîn, dê serlêdan di dema xwe de bi dawî bibin. Ji bo namzedan jî pîvanên gelê me û yên partiya me yên diyarkirî hene. Lewra li Kurdistanê meşandina siyasetê, ne tiştekî hêsan e. Ji ber vê yekê jî piştî dosye tekûz bûn, dê bi gel re civîn bên kirin û ev namzed dê pêşî ji aliyê gel ve bên hilbijartin. Piştî vê hilbijartinê, êdî dê pêvajoya teknîkî dest pê bike.”

Partiya DEVAyê jî bernameyeke li ser çand, huner û zimanê Kurdî daye ber şaxa xwe ya Diyarbekirê da ku ew jî ji bo xelkê bibin vebijêrkeke ji bilî HEDEP û AK Partiyê.

Namzedê Partiya DEVAyê yê Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê Prof. Cenap Ekîncî dibêje: “Ev 8 sal in ku bajarê me di bin zilma qeyûman de ye û dengê gelê me gihîştiye erş û alayê. Li aliyê din jî siyaseteke nijadperestî tê meşandin û berjewendiyên welat û welatiyan li dereke din hatine danîn. Em di vê demê de dibêjin ku em qeyûman red dikin û em siyaseta yekbûniyê qebûl nakin.”