Freedom House: Tirkiye di nava welatên neazad de ye

Navenda Nûçeyan (K24) – Li gor raportên saziyên mafên mirov, binpêkirinên li Tirkiyê gihiştine asta metirsidar û li gor pîvanên rêxistina Freedom House, “Tirkiye di nava welatên neazad de ye.”

Komeleya Mafên Mirov (ÎHD) û Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) bi boneya 10 Berçile, Roja Cîhanî ya Mafên Mirovan, raportek derbarê binpêkirinên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê de belav kirin.

Li gor raportê, êdî li Tirkiyeyê rewşa awarte bûye hertimî û dadgeh û desthilat guh nadin biryarên Dadgeha Destûrê.

Li gor raporta hevbeş, di sala 2023an de, 12 kes bi teqeyên hêzên ewlekarî hatine kuştin, 6 kesan jî bi awayekî biguman di binçavan de canê xwe jidest dane û li zîndanan jî 43 kesan canê xwe jidest dane.

Her wiha diyar kir jî, di xwepêşandanan de 3679 kes rastî tundiyê hatine û 750 kesan jî bi sedema ku aşkence li wan hatiye kirin, gilî tomarkirine.

Li gor datayên raportê, di heyama 11 mehan de, 84 rojnamevan hatine binçavkirin, 94 çalakiyên sivîl hatine qedexekirin ku piraniya wan li Bakurê Kurdistanê ne, herwiha 6 şaredar hatine binçavkirin û bo rakirina parêzbendiyê, 144 dosye bo parlamentoyê hatine şandin.

Bi datayên raporta ÎHD, ji sala 2015’an ve, di şer û pevçûnên di navbera hêzên Tirkiyeyê û PKKê de, 6426 kes hatine kuştin û 8676 kes jî birîndar bûne.