Mehdî Ozdemîr: Em dest ji doza dîtina gora Şêx Seîd û hevalên wî bernadin

Diyarbekir (K24) – Serlêdana Baroya Diyarbekirê û Komeleya Şêx Seîd a ji bo dîtin û eşkerekirina gorên Şêx Seîd û 46 hevalên wî, ji aliyê Dadgeha Enqereyê ve car din hat redkirin. Cîgirê Serokê Baroya Diyarbekirê ku yek ji xwediyên Doza Şêx Seîd û Hevalên wî ye, ji bo Kurdistan24ê axivî û diyar kir ku ew ê heta dawiyê şopdarên vê dozê bin.

Cîgirê Serokê Baroya Diyarbekirê Mehdî Ozdemîr got: “Me wekî Baroya Diyarbekirê, Komeleya Şêx Seîd û ferdên malbata wî, serî li Wezareta Karên Navxweyî ya Tirkiyeyê da ku cihên gorên Şêx Seîd Efendî û 46 hevalên wî ku di sala 1925an de hatibûn darvekirin, bên eşkerekirin. Wezaretê di 30 rojên fermî de bersiva me nedabû. Ango bi vê yekê rêbaza dewletê ya ku 98 sal in berdewam dike, car din hat dubarekirin.”

Herwiha got: “Piştre me serî li Dadgeha 5emîn a Enqereyê da ku di çarçoveya rêzdariya li hember malbatê û rêzdariya Şêx Seîd Efendî ya di nav civakê de li ber çavan bê girtin û ev agahî bê eşkerekirin, lê belê ew jî hat redkirin.”

Ozdemîr bal kişande ser wê yekê, “Me serî li Dadgeha Makezagonê jî da. Heger ji aliyê vê dadgehê ve biryara binpêkirina mafan were dayîn, dê ji aliyê dadgehên herêmî ve lêkolîn bê destpêkirin. Heger ev serlêdan jî bi encam nebe, em ê serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û dadgehên navneteweyî bidin û em bawer dikin ku ev doz dê bi awayekî erênî bi encam bibe.”