PZK banga xwedîderketina li dersa bijarte ya Kurdî dike

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Bi nêzîkbûna serdema perwerdehiyê ya sala nû re, rêveberên Platforma Zimanê Kurdî bang li hemû Kurdan kir ku li seranserê Bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê bi girseyî dersên zimanê Kurdî hilbijêrin. Rêveberên Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê yên Diyarbekirê jî vê gavê, wekî gaveke xapînok dibînin û qebûl nakin.

Platforma Zimanê Kurdî (PZK) ku di sala 2018an de ji pêkhateyên sivîl û siyasiyan hatibû damezirandin û li ser bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî xebatan dimeşîne; bang dike ku hemû malbatên Kurd ên Bakurê Kurdistan û Tirkiyeyê, di meha yekem a sala 2024an de li dibistanan dersa zimanê Kurdî hilbijêrin. Rêveberên Platforma Zimanê Kurdî diyar dikin ku ev gav, ji bo bidestxistina mafê perwerdehiyê, gaveke pêwîst e.

Berdevkê Platforma Zimanê Kurdî Şerefxan Cizîrî ji K24ê re got: “Dema ku serlêdan li gorî dilê me bin û hejmar bilind bibe, dê hejmara mamosteyan jî bilind bibe. Zimanê Kurdî dê bibe xwedî statuyeke ku mirov pê şanaziyê bike. Zarokên me dê kêm zêde bi zimanê xwe re rû bi rû bibin. Ango divê di vî warî de hesasiyên mirovan hebin. Dema ku tu di vê mijara dersên bijarte de zimanê xwe hilnebijêrî, wekî ku tu guh nedî zimanê xwe.”

Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê (Egîtîm Sen) jî li seranserê Bakur û Tirkiyeyê di nav xebatên xwe de girîngiyê dide bidestxistina mafê perwerdehiya bi zimanê dayîkê ku mafekî gerdûnî ye. Rêveberên Sendîkaya Kedkarên Zanist û Perwerdehiyê ya Şaxa Diyarbekirê, berûvajî Platforma Zimanê Kurdî, vê gavê wekî gaveke xapînokî pênase dikin û têr nabînin.

Hevserokê EGÎTÎM SENê Farûk Ercan dibêje: “Egîtîm Sen, di rêziknameya xwe de dixwaze hemû gel bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdehiyê bibînin. Em jî dibêjin ku hemû gelên ku dixwazin, bila bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin lê ne bi dersên bijarte. Em li dijî vê yekê ne. Em nabêjin bila gelê me dersa zimanê Kurdî hilnebijêre, lê ev maf, wekî xapandinekê hatiye dayîn; ji ber ku em dibînin li dibistanan mamosteyên Kurdî tune ne û di pratîkê de ne pêkan e ku were bikaranîn. Ji ber vê yekê jî em dixwazin ev maf bi temamî wekî perwerdehiya bi zimanê Kurdî were dayîn.”

Piraniya zarokên Kurdan ên li Bakur û Tirkiyeyê, li dibistanan zimanê Tirkî nas dikin. Ev yek jî dibe sedem ku hem ji aliyê fêrbûnê ve hem ji aliyê derûniyê ve zehmetiyan bikişînin. Welatî jî çareseriyê di mafê perwerdehiya bi zimanê Kurdî de dibînin.

Welatî Îsmaîl Ay dibêje: “Dersa bijarte, di şertên îroyîn de li vî welatî tiştê ku dewletê bi me daye wendakirin, ji nû ve bi me nade bidestxistin. Belê em vê jî red nakin, em ê vê jî qebûl bikin û bistînin. Em ê zarokên xwe, neviyên xwe teşwîq bikin, da ku hilbijêrin û bi zimanê xwe bixwînin. Lê belê ev têr nake.”

Li gorî lêkolînên ku li Bakurê Kurdistanê tên kirin, her ku diçe axaftina bi zimanê Kurdî di nav malê de kêm dibe. Ev jî dibe sedem ku nifşê nû ji zimanê Kurdî qut bibe. Armanca vê bangê jî ew e ku hişmendiya zimanê Kurdî di nav civakê de geş bibe û zindî bimîne.