Lîsteya tîmên derbasî qonaxa (16) a Champions League bûne

Navenda Nûçeyan (K24) – Lîsteya tîmên ku derbasî qonaxa (16) a Champions League ya Ewropayê ji bo werzê (2023-2024) temam bû, piştî ku şeva borî perde li ser maçên qonaxa komê hat berdan.

Tîmên ku derbasî qonaxa (16) bûne:

Koma A: Bayern Munchen û Copenhagen

Kama B: Arsenal û Eindhoven

Koma C: Real Madrîd û Napolî

Koma D: Real Sociedad û Inter Milan

Koma E: Atletico Madrid û Lazio

Koma F: Borussia Dortmund û Paris Saint-Germain

Koma G: Manchester City û Leipzig

Koma H: Barcelona û Porto

Dîroka avêtina tîrûpişka rûbirûbûna tîman

Ji bo naskirina tîmên ku dê qonaxa (16) de rûbirûyî hevdu bibin, dê roja duşema bê di demjimêr 11:00 GMTê tîrûpişk were avêtin.