Serokwezîr Mesrûr Barzanî cejna Rojiyên Êzî pîroz dike

Mesrûr Barzanî: Em bi hemî şiyanên xwe ji bo asayîkirina rewşa devera Şingalê kar dikin
Mesrûr Barzanî
Mesrûr Barzanî

Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkeftina cejna Rojiyên Êzî, Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî peyameka pîrozbahiyê pêşkêşî tevaya Êzidiyan li Herêma Kurdistanê û cîhanê dike.

 

Tekista peyama pîrozbahiyê ya Serokwezîr Barzanî:

 

Bi helkefta cejna Rojiyên Êzî, ez pîrozbahiyên xwe pêşkeşî xûşk û birayên Êzidî li Kurdistanê û cîhanê dikim. Ez hîvîdar im ev cejin bibe sedema xêr û xweşiyê û aştî û tenahiyê.

Di vê helkeftê de, em dîsa xûşk û birayên Êzidî piştrast dikin ku, Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hemî şiyanên xwe ve ji bo asayîkirna rewşa devera Şingalê kar dike, da ku awareyên wê deverê bi serbilindî vegerin ser mal û cih û warên xwe û em bişên pitir xizmetê pêşkêşî xûşk û birayên Êzidî bikin.

Cejna we pîroz be û her di xweşiyan de bin