Cengî Celal: Me xwast nasnameya odê ya Kurdî bi rêya Kernevala Salane ya Odê biparêzin

Cengî Celal û çend muzîkjenên din
Cengî Celal û çend muzîkjenên din

Navenda Nûçeyan (K24) – Gera Heftê ya Kernevala Salane ya Odê li Peymangeha Hunerên Ciwan a Hewlêrê bi rê ve çû, ji bo cara yekê li kernevaleka muzîkê wekî diyarî amûrên muzîkê bi cemawerî hatin dan.

Rêkxistinker û Serperiştê Kernevala Salane ya Odê Cengî Celal ji K24ê re got, “Merema me ji Kernevala Salane ya Odê parastina nasnameya amûrê odê ye wekî amûrekê Kurdî, di çarçoveya parastina hunerê Kurdî de”.

Cengî Celal behsa wê yekê kir ku, “Odjenên kiç û kur bizav kir çend awazên Kurdî û cîhanî bijenin, herwesa bi dengî jî bi cemawerî re pişkdar bûn, bi rêya wê têkistê ya ku bi cemawerî hatibû dan ku bi koma muzîkê re bistirên”.

Di pareka dî ya gotinên xwe de, Celal Cengî ji K24ê re got, “Me bizav kir îsal ji salên dî cuda be, me hejmareka amûrên od û sazan ji bo cemawerê festîvalê kirin diyarî”.

Tekes jî kir, “Herwesa me xwast rêzdariya muzîkê û muzîkjenan biparêzin, bi holeka xweşik û derbazbûna li ser mafûra sor û wênegirtinê dîmenên xweşik ên muzîkjenan nîşan bidin”.

Cengî Celal li dawiyê got, “Her sal bi karên nûtir û pirojeyên xweşiktir û bi armanca zêdetir xizmetkirina muzîka Kurdî, em dê berdewamiyê bibin vê festîvalê”.