Semaheta Babê Şêx cejna Rojiyên Êzî li li civaka Êzidiyan pîroz dike
Navenda Nûçeyan (K24) – Bi helkeftina hatina cejna Rojiyên Êzî, Semaheta Babê Şêx (Şêx Elî Şêx Elyas) peyameka pîrozbahiyê arasteyî tevaya Êzidiyan li Herêma Kurdistanê û cîhanê dike.
Tekista peyama pîrozkirinê ya Semaheta Babê Şêx:
Bi helkefta hatina cejna rojiyên Êzî, ku dikve roja Înê 15/12/2023, Semaheta Babê Şêx, Şêx Elî Şêx Eliyas, gerimtirîn û ciwantirîn pîrozbahî arasteyî miletê Êzidî li kurdistanê û Îraqê û seranserî cîhanê dike.
Em hêvîxwaz in ji Xwedayê mezin cejna xêr û xweşî û bereketê û aramiyê be ji bo hemû Êzîdiyan û mirovahiyê û ev cejin bibe dirêjepêdera erf û erkanên dînê me yê aştîxwaz û kevnar wek xwe heyî û dê bimîne.
Dubare cejna we pîroz be
Semaheta Babê Şêx
Şêx Elî Şêx Eliyas
14/12/2023