HSDê serçeteyekî DAIŞ’ê Li Reqayê girt

Navenda Nûçeyan (K24) – Serçeteyekî DAIŞê di operasyoneke Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de li Reqayê hate girtin.

Navenda Ragihandinê ya HSDê bi daxuyaniyekê ragihand, hêzên wan roja 14ê Berçile de, bi hevkariya Hevpeymaniya Navdewletî operasyonek kir û serçeteyekî DAIŞê girt.

Di daxuyaniyê de hate gotin, ew serçeteyê hatiye girtin, bi navê Ebdulbasilt El-Hecî ye û yek ji plangerên êrişan e û hejmareke telefonên destan û belge jî pê re hatine desteserkirin.

Li gorî daxuyaniyê, HSD′ê çalakiyên xwe yên ewlehiyê li dijî baregeh û şaneyên DAIŞ′ê zêde kirine û di encamê de bi dehan çete girtine.

HSDê bi piştevaniya Hevpeymaniya Navdewletî ji Adara 2019an ve, piştî kontrolkirina bajarokê Baxozê, dest bi qonaxa dûvçûn û lêgerîna li şaneyên DAIŞê yên razayî kiriye.