“Alaya Kurdistanê hêmana herî xurt a yekîtiya Kurdan e”

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Di Roja Alaya Kurdistanê de partiyên siyasî yên Bakurê Kurdistanê bal kişandin ku divê neteweya Kurd di bin hemû şert û mercan de li nirxên xwe yên neteweyî xwedî derbikeve ku Alaya Kurdistanê jî hêmana herî xurt a yekîtiya Kurdan e.

Di çarçoveya 17ê Berfanbarê Roja Alaya Kurdistanê de li Diyarbekirê ji aliyê Partiya Welatparêzên Kurdistan (PWK) ve çalakiyek hat li darxistin. Li avahiya Partiya Welatparêzên Kurdistan a Diyarbekir de bi bi boneya Roja Alaya Kurdistan panelek hat pêşkêşkirin. Di panelê de behsa dîrok û giringiya Alaya Kurdistanê hat kirin û her wiha girîngiya a alayên neteweyî ya bo neteweyan hat ravekirin. Di vê çaroveyê de jî bal hate kêşan ku ala yek ji remzên herî xurt e bo neteweyan.

Nivîskar û lêkolîner Seîd Veroj ji K24ê re got: “Alayên Neteweyan yek ji wan hêmanan e ku netweyan ji neteweyên din cuda dike û her wiha nîşaneya serweriya neteweyan e. Ji vî alîyî ve alaya neteweyî girîng e û remza serweriyê ye.”

Di panelê bal hate kêşan ku dema neteweyek xwedî li alaya xwe ya neteweyî derbikeve ev yek bi xwe xwedîlêderketina nirxên din ên neteweyî jî tîne ku ji ber vê yekê jî bang hate kirin ku bi teybetî divê li Bakurê Kurdistanê di vê mijarê de hestiyariyek hevpar derbikeve holê.

Cîgirê Serokê Giştî yê PWKê Henîfî Tûran got: “Li Bakurê Kurdistanê mixabin hilmendiya neteweyî lawaz e û ji ber vê yekê jî divê li nirxên neteweyî xwedî were derketin û li alaya kurdistanê jî xwedî were derketin.”

Partî û rêxistinên siyasî yên Kurdistanî yên Bakurê Kurdistanê bang dikin ku divê li Bakurê Kurdistanê di jiyana rojane de bêhtir Alaya Kurdistanê were dîtin û were berzkirin ku vî warî de kêmasiyek heye.”