Erdhejeka bihêz Çîn hejand

Navenda Nûçeyan (K24) – Erdhejekê bakurê rojavayê Çînê hejand, zêdetirî 120 kesan mirine.

Ajansa Xinhua ya Çînî parve kiriye ku, derengî şeva borî erdhejekê li gor 6.2 pileyên Rêxterê bakurê rojavayê Çînê li nêzî herêma Tibtê hejandiye, zêdtirî 120 kesan mirine û 230 kes jî birîndar bûne.

Ajansa Xinhua bal kişandiye ser wê yekê jî ku, ev erdhej 32 kîlometir bû û zirareka madî ya zêde gehandiye xelkê herêma Gansuyê.

Herwesa Serokê Çînê Xi Jinping tîmên hawarhatinê kirine di rewşa amadebaşiyê ya pile çar de, û helmeta geriyan û pişkinanê li dû windabûyiyan berdewam e.