Baroya Diyarbekirê: Zeviyên cotkaran bê destûr tên giştîkirin

Parêzer Amet Înan
Parêzer Amet Înan

Navenda Nûçeyan (K24) – Endamê Komîsyona Dorhêl û Bajarvaniyê ya Baroya Diyarbekirê Parêzer Ahmet Înan da zanîn, ji bo lêgerîna petrolê, zeviyên cotkaran tê giştîkirin û ev cotkar ji ber pêdiviya bi pereyan a di vê qeyrana xurek û cotkariyê de gilî nakin. Ahmet Înan diyar kir, eger xwediyên zeviyan serdana komîsyonê bikin û gilî bibin, ew ê wekî komîsyon; pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.

Parêzer Ahmet Înan li ser giştîkirina zeviyên cotkarên Diyarbekirê ya bê destûr ji K24ê re got: “Navçeyên navendî jî di nav de, li hemû navçeyên Diyarbekirê qadên lêgerîna petrolê hatine vekirin. Ew radibin, li ser ax û zeviyên gundiyan bi rêbaza giştîkirina lezgîn bîrên derxistina petrolê vedikin.”

Got jî: “Hinek welatiyên hestyar û endamên komîsyona me li ser vê yekê agahî dan me. Me jî li ser vê mijarê dest bi lêkolînê kir. Wekî mînak, li navçeya Pîranê ya Diyarbekirê, qadek hatiye giştîkirin. Ev qad hem qada cotkariyê, hem qada daristanî hem jî qada çêrandina ajalan e û 3-4 kîlometir nêzîkî Çemê Dîcleyê ye.”

Amaje bi wê jî kir: “Ev rêbaz wisa bi lezgînî tê kirin ku cotkar sibehê hişyar dibin, dibînin ku heqê zeviyê wan ê ku hatiye giştîkirin, di bankayê de razandî ye û ew ax êdî ne ya wî ye. Bi vî awayî hem li dijî xwezayê hem jî li dijî mirovan bêhiqûqî tê kirin. Li aliyekê ji bo parastina xwezayê peyman tên çêkirin, li aliyê din li hember xwezayê rêbazên bêhiqûqî tên bikaranîn.”