Helbestvanê Kurd Mûsa Zaxuranî koça dawî kir

Helbestvan Mûsa Zaxuranî
Helbestvan Mûsa Zaxuranî

Navenda Nûçeyan (K24) – Helbestvan û Nivîskarê Kurd ê ji Rojavayê Kurdistanê Mûsa Zaxuranî îro li Hewlêra Paytext koça dawî kir.

Helbestvan Mûsa Zaxuranî îro 19.12.2023an ji ber nexweşiyê li nexweşxaneyeke Hewlêrê di temenê 68 saliyê de koça dawiyê kir.

Mûsa Zaxoranî sala 1952an li gundê Letîfiyê yê ser bi Qamişlo ve ji malbateke kurdperwer jidayîk bûye. Ji ciwaniya xwe ve jî dest bi karê siyasî û nivîsînê kiriye û 3 pertûkên wî yên çapkirî hene.

Zaxuranî bi gelek caran ji aliyê rêjîma Sûriyê ve hatiye girtin û rastî eşkenceyan hatiye, destpêkê di sala 1986an de, di xwenîşandana li Şamê ya li dijî biryara qedexekirina cejna Newrozê de bû.