Fermandarê Hêzên NATOyê li Iraqê: Em bi rahênankirina Hêzên Pêşmerge berdewam dibin

Navenda Nûçeyan (K24) – Fermandarê Giştî yê Hêzên NATO li Iraqê ragihand, ew li ser rahênankirina hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam dibin. Serokerkanê Wezareta Pêşmerge ragihand, avakirina jêrxaneke leşkerî ya bihêz û avakirina hêzeke niştimanî ya yekgirtî li Herêma Kurdistanê, garantiya serkeftin û pêşketina Herêma Kurdistanê di paşerojê de ye.

Wezareta Pêşmerge îro 19ê Berçile di daxuyaniyekê de ragihand, Fermandarê Giştî yê Hêzên NATOyê li Iraqê General Nicola Piacente û Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê Michele Camerota ligel Serokerkanê Wezareta Pêşmerge Lîwa Îsa Uzêr civiyan.

Di civînê de, pêşxistina pêwendiyan, karên paşerojê yên hêzên NATO û tîma leşkerî ya Îtalya li Herêma Kurdistanê, pirsa berdewamkirina rahînana Pêşmerge û vekirina kursan li derveyî Herêma Kurdistanê bi taybetî li Îtalyayê hat gotûbêjkirin.

Serokerkanê Wezareta Pêşmerge pesne hêzên hevpeymaniya navdewletî ya li Herêma Kurdistanê da û ragihand, welatên hevpeymanan û di nav wan de Îtalya, di şerê DAIŞê de hevkariya Herêma Kurdistanê û Hêzên Pêşmerge kirin. Herwiha got ku qonaxa niha ya Hêzên Pêşmerge pêwîstî bi alîkariya zêdetir ji dostên di Hevpeymaniya Navdewletî de heye, ji bo avakirina jêrxaneya leşkerî ya bihêz û avakirina hêzeke niştimanî ya yekgirtî.

Fermandarê Giştî yê NATOyê General Nicola Piacente amaje bi wê kir, ew wek beşek Hevpeymaniya Navdewletî, pabend dibin bi karkirina ligel hevparên xwe yên li herêmê. Tekez kir jî, hêzên wan dê di warê rahênanan de, li ser dana şêwirê bo hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê berdewam dibin.

Konsulê Giştî yê Îtalyayê li Herêma Kurdistanê jî behsa giringiya pêwendiyên di navbera welatê xwe û Herêma Kurdistanê de kir û daxwaza berfirehtir û pêşxistina pêwendiyan li gel Wezareta Pêşmerge û Hikûmeta Herêma Kurdistanê kir.