Yekem karwanê sêvên devera Berwarî bo Qeterê hat hinardekirin

Navenda Nûçeyan (K24) – Yekem karwanê sêvên devera Berwarî ya Herêma Kurdistanê bo Qeterê hat hinardekirin. Wezîra Çandiniyê jî dibêje: “Pêvajoya hinardekirinê dê bidome.”

Yekemîn karwanê sêvan ku ji pênc ton sêvan pêk tê, îro 12.2023an piştî nîvro ji Herêma Kurdistana Iraqê bo Qeterê hat hinardekirin.

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê yê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Bêgerd Talebanî di konferanseke rojnamevaniyê de ragihand, hinardekirina sêvan bo Qeterê destpêkek e û dê di paşerojê de jî ev prose berdewam be.

Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê amaje bi wê jî kir, li Herêma Kurdistanê kalîteya berhemên navxweyî di asteke gelek bilind de ye.

Li gorî Bêgerd Talebanî, “Kabîneya Nehem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo bo hinartina berhemên navxweyî yên Herêma Kurdistanê, planeke stratejîk daniye.”

Bêgerd Talebanî da zanîn jî: “Plana me ya pêşerojê ew e ku hindardekirina berhemên kêlgehên mirîşkan yên Herêma Kurdistanê ye.”

Kabîneya nehê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bizavên xwe zêde kirine ku li piraniya welatan bazarî ji bo berhemên cotyarên xwe peyda bike.

Li Adara 2022ê, pêşengiya hinardekirina berhemên çandinê yên Kurdistanê ji aliyê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ve hat destpêkirin.

Tîmeke bihêz li Nivîsîngeha Serokwezîrê Herêma Kurdistanê nexşerêyek ji bo hinardekrina berhemên çandinê yên Herêma Kurdistanê ji bo welatên kendavê daniye.

Îsal Kabîneya Nehem ne tenê berdewamî daye hinardekirina hinaran, belkî pirojeya xwe ya hinardekirinê berfirehtir kiriye.

Ev pêngav, tekeziyê li ser pabendbûna Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi pirrengkirina çavkaniyên dahatan dike.