Kurt: Kes û aliyên bêrêziyê li Şêx Seîd û kesayetên Kurd dikin, xwe biçûk dikin

Navenda Nûçeyan (K24) – Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurehman Kurt piştrast kir ku hevdîtin di navbera AK Partî û DEM Partiyê de hene ku ew bixwe jî beşdarî van hevdîtinan bûye. Herwiha got: “Kes û aliyên bêrêzî li Şêx Seîd û kesayetên Kurd dikin, xwe biçûk dikin.”

Parlamenterê berê yê AK Partiyê Abdurehman Kurt di beşdariya bultena K24 de derbarê bajarên mezin ên Tirkiyê de got: “Rola dengderên Kurd li bajarên mezin giring e. Partiyên wek CHP, Iyi Partî û Partiya Zefer û Wetenê li dijî Ak Partiyê têrê nake, li vê derê rola dengderên Kurd kilît e.”

Kurt piştrast kir ku hevdîtin di navbera AK Partî û DEM Partiyê de heye ku ew bixwe jî beşdarî van hevdîtinan bûye. Da zanîn, DEM Partî hewl dide xwe ji şaşiyên berê dûr bixe, lê hê naye zanîn gelo ew çiqas xwedî vê îradeyeke azad in.

Kurt got: “Tevî hejmarek hevalan, em car car li gel Tuncer Bakirhan hevdîtinan dikin. ji xwe hevserokên wan heftiyek berê bi serokê parlamentoyê re civiyan. Dem Partî hewl dide şaşiyên berê dubare neke. Lê pirsek wiha jî heye, îradeya wan çiqas azad e ku helwesteke wiha nîşan bidin. Nîşaneyên heta niha ne erênî ne. Min bi xwe jî dît ku Tuncer Bakirhan erênî nêzîk dibe. Lê niha em nikarin bêjin ev yek nêrîna hemû partiyê ye. Bawer dikim hevdîtinên wan didomin.”

Derbarê helwesta li dijî kesayetên Kurd de jî, Kurt got: “Kesên bêrêzî li Şêx Seîd dikin, xwe biçûk dikin. Em gotinên hin kesên ku bêrêzî li nirxên me yên mirovahî dikin, qebûl nakin. Îro dîsa Umêd Ozdag û grûpeke nijadperest zimandirêjî li Bedîûzeman Seîdê Kurdî kiriye. Ev gotinên wiha bênirx û bêwate ne. Rêzdar Şêx Seîd û Seîdê Kurdî nirxên me ne. Hin kes behsa şerefê dikin, zikata Şêx Seîd û kesên dijî zilm û zordariyê serî hildane ji bo wan zêde ye.”