Dijwar Fayeq: Goman ji pakijiya hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê tê kirin

Dijwar Fayeq
Dijwar Fayeq

Navenda Nûçeyan (K24) – Şêwirmendê Bilind ê Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê di Lijneya Madeya 140ê de li Bexdayê Dijwar Fayeq wesa difikire ku, hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê ew şerîyet winda kiriye ku ji 51% kêmtir dengder pişkdar bûne. Amaje da wê yekê jî, bi dîtina wî PDK û aliyên din ku ji kursiyan hatine bêbarkirin tevî ku gelek deng anîne, daxwazê bikin ku hilbijartin bên dubarekirin.

Roja Duşemê, 18ê Berçileya 2023ê, dengdanên giştî ji bo hilbijartinên civatên parêzgehên Îraqê hatin kirin, ku zêdetirî 15 milyon kesan mafê dengdanê hebû.

Rojekê piştî hilbijartinan, komisyonê encamên berahiyê ragehandin.

Roja 16ê Berçileya 2023ê jî dengdanên taybet hatin kirin ku hejmareka zêde ya dengderan ji ber nexwandina şûntilên wan ji mafê dengdanê bêbar bûn.

Li dû ragehandina Komisyona Bala ya Serbixwe ya Hilbijartinan a Îraqê, rêjeya tevlîbûnê di wê piroseyê de bi dengdanên taybet û yên giştî ve gehişt 41%.