Diyarbekirspor: Divê êrîşkar sizayên giran bistînin

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Diyarbekirspora ku li Bursayê ji aliyê lîstikvanên Bursasporê ve rastî êrîşeke nijadperest hatibû dibêje, divê helwesta li dijî wan hatiye nîşandan bêsiza nemîne, lê dema ku aliyê rastî êrîşê hatî Diyarbekirspor be, êrîşkar jî bêsiza dimînin.

Nijadperestiya qada futbolê careke din xwe da der. Careke din tîmek futbolê ya Bakurê Kurdistanê li Rojavayê Tirkiyeyê rastî êrîşek nijadperest hat. Tîma Futbolê ya Diyarbekirê Diyarbekirspor bû mêvanê Bûrsasporê û hember Bursasporê (2 – 0) bi ser ket. Piştî yariyê lîstikvanên Bursasporê bi kulm û pehînan û bi gotinên kirêt êrîşî lîstikvanê Diyarbekirsporê kirin û vê buyerê li Tirkiyeyê deng veneda. Şîrovekarên werzîşê balê dikêşin ku êrîşkirina tîmên kurdan wek rewşek asayî lê hatiye û divê êdî pêşî li vê rewşê were girtin.

Şîrovekarê werzîşê Saffet Azbay ji K24ê re got: “Yarîzanên tîma futbolê ya Diyarbekirsporê yên ku li Bursayê rastî êrîşê hatîn jî amaje kirin ku divê di werzîşê de qet cihê tund û tujiyê nebe û bang kirin ku di yarîgehan depêşî  li tevgerên rê li ber tundiyê vekin were girtin.”

Yarîzanê Diyarbekirsporê Hasa Acar dibêje: “Ez jî ji bajarê Eskîşehîrê me û li Diyarbekirsporê dileyîzim. Nabe cudahî bikeve navbera yarîzan û tîman de. Divê hêmanên derveyî werzîşê di werzîşê de cih negirin.”

Yarîzanê Diyarbekirsporê Bunyamîn Yurur got: “Dema em çûn Bursayê ji bilî werzîşê tiştek din serê me de nebû. Em bo serkeftinê derketin yarîgehê, em baş jî leyîstin û em bi ser jî ketin. Ez gelek xemgîn im ku buyerek wisa qewimî.”

Rêveberên tîmên Diyarbekirê dibêjin qet tîmek bûyî mêhvanê Diyarbekir rastî êrîşê nehatiye, lê êrîşên ser tîmên Diyarbekirê berdewam in û divê êrîşkar sizayek giran bistînin da ku êdî buyerên wisa neqewimin.