Ahmet Kaya: Eger Dem Partî bo berjewendiya Kurdan bi AK Partî re tifaq dê gaveke rast be

kurdistan24.net

Diyarbekir (K24) – Mijara qeyuman û tifaqan di pêvajoya hilbijartinên şaredariyan de dîsa derdikevin pêş ku şaredarên şuna wan qeyum hatine danîn dibêjin eger berjewendiya gelê Kurd di tifaqek navbera AK Partî û Dem Partî de hebe bila tifaq were kirin.

Pêvajoya bangeşiya hilbijartinên şaredariyan geş dibe û mijara qeyuman û gotegotên hevdîtinên tifaqê ên navbera Ak Partî û Dem Partî de jî zêde dibin. Şaredarên ku şuna wan qeyum hatine danîn didin zanîn ku navbera Ak Partî û Dem Partî de bazariyek ser nedanîna qeyuman nîne lê bo serbestberdana girtiyên nexweş hevdîtin tên kirin û balê dikêşin ku siyaset bo çareseriyê tê kirin û bo vê jî pêkan e bi her aliyekê re hevdîtin û tifaq pêk werin.

Şaredarê Berê yê Erxenî yê şûna wî qeyum hatibû danîn Ahmet Kaya ji K24ê re got: “Ez rastî dibinim. Dê gaveke rast be. Ji xwe siyaset bo çareseriya pirsgirêkan tê kirin. Eger Dem Partî bo berjewendiya kurdan tifaqê bike dê gaveke baş be.”

Piştî hilbijartinên 2019an HDPê 65 şaredarî bi dest xistibû û bo 59 şaredarian qeyum hatibû danîn û piştî hilbijartinên 2014an jî ji 106 şaredariyan bo 95 şaredariyan qeyum hatibû danîn. Welatî li aliyekê hêvî dikin ku qeyum êdî neyin danîn û li aliyekê jî metirsiya wan heye ku pergala qeyumtiyê bidome.

Welatî Turgut Kiliç: “Ez bawer nakim êdî qeyum werin danîn ji ber ku êdî çi suda qeyuman bi ti aliyekê nîne.”

Welatî Mehmet Alî Yilmaz: “Li gorî politikaya dewletê danîna qeyuman diyar dibe lê bo çareseriya pirsa kurd divê êdî qeyum neyên danîn.”

Welatî Wahap Demîr: “Em çi jî bikin dîsa qeyuman datînin, rê nadin ku em pêş bikevin.”

Welatî Bedriya Ermiş: “Înşallah êdî qeyum nayên danîn.”

Du serdeman qeyum hatin danîn û bo serdema sêyem hîn nediyar e, lê welatî balê dikêşin ku eger serdema sêyem de jî were danîn dê hilbijartin li Bakurê Kurdistanê bêwate bibin.